Hunermenda ji Cizîrê Binevş Cizîrî, ku bi dengê xwe yê dilkêş tê naskirin, strana xwe ya nû "Axamin" bi temaşevanên muzîkê re parve kir. Cizîrî, ku gelek stranên Kurdî tomar kirine, ji bo strana "Axamin", ku gotin û muzîka wê aîdî Mûdî Strançek e, klîbek kişand û ev klîb li kanala xwe ya YouTube'ê belav kir. Di klîpê de Binevş Cizîrî cilên neteweyî yên Kurdî li xwe kiriye û bi dengê xwe yê balkêş û performansa xwe gelekî hat ecibandin.
Binevş Cizîrî
Strana xwe ya nû "Axamin" bi temaşevanên muzîkê re parve kir.
0 Yorum