Zimanê Hevpar, Çîroka Me Hevpar e Li Rojava
Gava em birîna xwe difikirin, şûphetê bi agir naynin. 13'ê Mijdara 1960'an e. Gurregurra ewr û demên zivînî, çirûskên agir olan didin, li Sînemaya Şehrezad a Amudê. Ez her cara ku berê xwe didim Amudê, qiflekî reş, derîyekî dadayî, li ber bîra min dikeve. Kûlmeka xwelîyê, şevçirayekî demê didim rabirdûyê. Di şerîdên fîlman de Amudê û çîroka zarokên ku di sînemaya Şehrezatê de şewitîne tên bîra min. Şahê helbestê Ehmed Hûseynî jî welê ye. Di gorrê de, di sermestiya şeveqê de heyran in, ku çawa pêjna zarok neteweyekî bilind dibe. Tiştek di pêrgîna rojê de diçurise. Disincire sedsala demê.
Ev strana bêdeng a şewatê ye. Fîlma herî trajîk a li Kurdistanê ye.
Îja! Mêrdîn jî, muqabilê Amudê ye. Agir resen, xwelî resen, dem resen, deng resen e. Di singa me de çend kes, çend çîrokên nûjen yê li binya dîrokê hene. Serê çend Payîz û keşwerêyan e. Her şahidekê buyerê wer vedibêje; derî wisa vebu. Keldûmana reş wisa bilind dibû. Derîyê dadayî, sê qêrîn û zarokên ku di singa me de dişewitîn. Perdeya li sînemayê wisa dişewitî. Zarok sê roj pêşî de wisa şad û kêfxweş bibûn. Dem welê dibihurî. Xewnê de agir, xeyalê de şewat ketibû li eywana sînemayê. 283 zarokan di nav agir de wisa giyana xwe ji dest dabûn.
Şêst û şeş sal in, di sînemayê de fîlmekî trajîk vedibêjin.
Bi vê çîrokê hinek trajîk, hinek jêveneger dibe, zaroktî, xeyalên nîvçe û çîrokên ku di sînemayê de nehatine gotin hene. Şêst û şeş sal in di çirke çirka berf û baranê de ew hewar e. Ew zemane, ew zaroke, ew bîra dîrokê, ew bajarê dûriya dûr e. Hê gellek kes hene ku hêj nizanin Amudê li ku dikeve. Kasetên teybê, selikeya ku tê de ampulekî geş jî, her carê bi rohniyê pê dikeve. Li wir destar heye, bêjîng heye, fanos heye, xaniyên sor û xaniyên ax û wax hene. Qehweya tehl a ku birîna agir hênik diket heye. zaroyên ku wextekî di sînemayê de di fîlmê de hewarek û birîna bajarekî dikewîne heye.
Hew û bila hew be. Ti şikestinan xwe re nabim, li Meha Mijdarê, li eywana sînemayê. Pêşîncaran ez ew peyker im, ez ew nîvçe xeyal im, ez ew çîroka li aliyê sînorên têlên risas im.
Emê di sînemaya Amudê de û di vê cîhana hevrêşimî de çawa berê xwe bidin çîrokê?
Ez jî, wiha ketibûm ber seyra dîrokê. Şêst û şeş salin, li Amuda bavê Mihemed, di nav çend dojehan de vedigerim. Di pişt perdeyê de birînekî kedî dikim. Wek seyekî har, wek şivanekî bêdeng, wek heyraniya rojê hez dikim her tiştê. Yek şewat, yek eywan, yek bajar, sê heb şa'îr û di nivîskarên xerîbîyê nin li Amûda bavê Mihemed. Îja! Zarokek di dilê min de cirnexweş, tinazker, stranbêj, serhildêr, dildar e. Şa'îr bi peyvên xwe jî, sax e di bin gorrê de. Min wiha bibin serdikê, min wiha bibin rojên Sînemayê.
Dayik di buyera sînemaya Amudê de pala xwe dide dîwarê kevnare û wiha qise dikir.
"Wa lawê min, em wisa kefîl in, em wisa diêşiyan, di bin siya herka dîrokê de û wisa dibeziyan li eywana Sînemayê."
Şa'îr di bin gorrê de. Nivîskar di xeribîya Amudê de li Elmanyayê ye. Peyvên ji agir, peyvên serhildêr in, di vê cîhanê de...
Emê çîroka Sînemaya Amudê çawa bibin Mihrîcanê?
Lîstikvanekî baş im. Di vê fîlmê de ti derî neman ku min lê nedixist. Hinek zarok bûm, hinek nîvçe xeyal, sedsal berî jî wek dara fêkîyekî, wek şembelotan temendirêj im. Min hemî komkujiyên ser xwe jîndar kirin. Umrê çend xanî û xalîçeya jînê dirêsim. Birîna li deştê jî wisa dizanim. Di sînemayê de çiya, çîrok, çîvanok, rêwîyên rêyên dûr jî xistin kadrajê. Niha! di vê Mihrîcana Fîlman a rojava de tiştekî wek xwe digerim. Fîlmekî ku min bikare vebêje; wek şewata li eywanê, destên min ên li ser bilûrê, kofîya min a zemanê berê jî, gere tim û tim li vê serdika Mihrîcanê hebe. Caran hezkirina heyatê, di ber evînê de çi hebe, bila bikeve kadrajê. Bi zimanê xwe qayîl, di dojehê de hin caran qedexe, hin caran jî xwe wiha didim nasîn. Li Amuda ku rengê xwe bi xwelî û bi tebata ku sînemaya Amudê qet ji bîra kesî neçuye. Niha her tişt di fîlmekî te tê jiyîn. Birîna me hevpar, dîroka me hevpar, zimanê me hevpar, çîroka me li rojava û di her fîlmê de hevpar e.
0 Yorum