1. Serhado dikare xwe çawa bi kurtasî bide nasîn?
A rast pirsa herî zor ev e. Dibêjin eger tu xwe nas bikî tê Xwedê nas bike (biken). Piçek zehmet e ku mirov bi kurtasî xwe bide nasîn. Li gorî min; ez dikarim bêjim ez gelek tişt im. Wek mînak; ji bo xwarziyê xwe ez xal im, ji bo xuşka xwe ez bira me. Hûn jî dikarin xwe bi vî rengî bidin naskirin. Mirov ne bi tenê yek tişt e. Dîsa, wek hunermendekî heke ez xwe bidim nasîn; ez ê bêjim; ez, dengê civakê me, parastvanê fikra xwe me. Li gorî min hewceye her hunermendekî bibe dengê rastîyê û hêvîkirinê.
2. Destpêka Muzîkê: Serhado çawa çanda Hip-Hopê nas kir û çima we ev awayê muzîkê bi zimanê Kurdî re meşand?
Ji ber ku ez li Swêdê ji dayik bûm, çanda Hip-Hopê ji bo min tiştekî pir xwezayî bû. Wê demê rep (ku beşek ji wê çandê ye) di nava muzîka pop de, wekî di klîbên Michael Jackson de, em rastî muzîka repê dihatin. Hiphop çandeke alternatîf di MTVyê de derdiket pêş û em pê re mezin bûn. Lê belê, di nava Kurdên li taxa me de tiştekî wisa tune bû. Ev çand wekî parçeyên din ên Ewropayê hê di nava me de belav nebibû. Vê yekê pir bala min dikişand. Kurdên li taxa me gelek caran êrîşî min dikirin û digotin: “Ma tu reşik î? Ev çi cil û berg in, ev çi hal e?” Dema min di temenekî biçûk de dest bi vê xebatê kir, min pir zehmetî kişand. Lê îro dema ez lê mêze dikim, her kes li vê muzîkê guhdar dike û gelek kes van cilan li xwe dikin; jixwe îro bûye moda. Lê dema me dest pê kir, rewş qet ne wisa bû. Despêk bi zimanê Swêdî bû lê min her tim dixwest stranên xwe bi zimanê Kurdî çêbikim. Mixabîn baweriya min bi Kurdiya min nedihat. Wê demê xortek kurd bi navê Arjen, wek te û niha ji bo kovarek hat bi min re hevpeyvin çêbike, ji min pirsî “çima ne bi kurdî?” Min jê re got: “Kurdiya min ne bes e, têrê nake.” Lê Arjen bi ser min de hat, alîkarî da min û moral da min. Bi navbeyinkariya Arjen, me bi kurê Şivan Perwer, Serxwebûn re hevdîtinek pêk anî. Min ji wî re behsa projeya xwe kir û got ku; ez dixwazim bi Kurdî repê çêbikim. Bi min kenî û got: “Tiştekî wiha dê çawa bibe?” Min jê re got ku ez dixwazim bi wî re bixebitim, lê wî zêde baweriya xwe bi min neanî. Ez ji vê rewşê aciz bûm û min ji xwe re got: “Divê ez tiştekî berbiçav nîşan bidim; ez nikarim bêyî berhemekê herim cem kesî û behsa projeyên xwe bikim.” Ez heman rojê çûm malê û min stranek bi Kurdî amade kir sala 2005 bû. Albuma pêşi bi xortekî tirk re min çêkir. Navê wî Can bû lê di nav repbêjan de wek Stress dihat nasîn. Stranên xwe yên demo ku min ji qehra çêkiribû min nîşanî wî da û me du albûm bi hevre çêkir. Piştre Can çû Emerîka ku bi navdarê repê, Jay-Z re xebat bike û ez jî derbasî Amedê bûm.
Rep a kurdi ji qehra derket yanî?
Belê em dikarin wisa lê binêrin an jî pênasebikin. Me bi wî rengî karê xwe bi awayekî cidî meşand. Mixabin, îro em dibînin ku gelek kesên Repa Kurdî dikin, bi qasî pêwîst bi cidî li ser karê xwe nasekinin.
3. Ziman û Nasname: Di stranên xwe de hûn pir li ser zimanê Kurdî disekinin. Hûn hêza muzîkê di parastina zimanekî û belavbûna wê de çawa dinirxînin?
Ji bo min ziman gelekî girîng e; ziman her tişt e. Li vir (Swêdê) hejmara kesên bi kurdî dizanin zêde ye û gelek nivîskarên kurd ji mêj ve li vir dijîn. Li vê derê pirtûkên kurdî jî tên çapkirin û em jî di nav vê rastiyê de mezin bûn. Parastina zimanê kurdî ji bo me her tim xaleke sereke bû. Ji ber wê jî min her dem dixwest bi kurdî muzîka repê çêbikim, lê min bawerî bi xwe nedianî; min digot 'divê kurdiya yekî pir baş be'. Bi taybetî ez li ser devokê sekinîm; ez bi kurdiya Midyadê (Torî) diaxivîm. Ev yek berpirsyariyeke mezin dixe ser milên me. Rep bi xwe devok e, dengê herêmî ye; lê di heman demê de hunereke gerdûnî ye. Mînak; bila yê ji Wanê bi devoka Wanê, yê ji Midyadê jî bi torîkî repê bike. Ji ber ku gelê kurd her tim di bin destan de maye, gelek ciwanên me di warê ziman de xwe pêş nexistine. Ev yek nakokiyekê diafirîne: Heke tu bi kurdiya akademîk repê bikî, ew hestê devokî yê kûr tê de cih nagire. Lê heke tu bi devokî bibêjî, tu dibî mînakek ji bo ciwanan. Ji ber wê ez hewl didim bi devokî bistrêm, lê di dema nivîsandinê de guh didim rastnivîsînê. Armanca min ev e ku gava kesek guhdar bike û bixwîne, nas bike ka peyv bi rastî çawa têne nivîsandin.
4. Guhertina Muzîkal: Ji albûmên we yên destpêkê heta îro, di muzîka we de çi guhertinên teknîkî û giyanî çêbûne? Em dikarin behsa ferqekî bikin? Heke hebe; ferqa herî mezin a di navbera "Serhado yê kevn" û "Serhado yê niha" de çi ye?
Ev pirseke pir bi cih e. Li gorî min, ez her tim li hemberî xwe durist bûm; yanî ez her tim "Serhado" me. Kesên ku guhdarî dikin, vê rastiyê dibînin. Dîsa jî, her albûma min ji ya din cuda ye û ez her carê li dijî tiştên "moda" berhemên xwe çêdikim. Ez li gorî modayê tevnagerim. Ez kîjan şêwazî biceribînim jî, dîsa bi reng û nasnameya xwe dikevim nav wê xebatê. Wek mînak, di strana "Bajo" de bingeha muzîkê nûjen e; wekî şêwazên ku ciwanên îro dikin. Lê min hewl neda ku ez wekî wan bikim; min bi rengê xwe û bi şêwazê xwe li ser wê beatê (rîtmê) xwend. Dibe ku hin ciwanên ji vî tarzî hez dikin bibêjin, "Hewl daye lê pêk neaniye." Lê, derdê min ne ew e ku ez tam wekî wê pîvanê çêbikim. Ez vî karî ji dil dikim; teqlîdkirin ne karê min e. Min straneke bi şêwazê reggae jî çêkir, lê min wekî stranbêjekî klasîk ê reggae nexwend; min dîsa bi rengê "Serhado" li ser bingeha muzîka reggae berhema xwe afirand. Ji destpêkê heta niha, armanca min ne ew bû ku ez li pey modayê bimeşim û tiştên nûjen ên demkî çêbikim. Lê belê, ez hez dikim ku her strana min ji ya din cuda be. Gelek kes dibêjin: "Yê berê xweştir bû, em ji wî Serhadoyê berê hez dikin." Ez jî dibêjim: "Ew stran li wir in, winda nebûne; kengî bixwazin dikarin guhdarî bikin." Mesela, tu ji strana "Ez Kurdistan im" hez bikî, tu dikarî her dem lê guhdar bikî. Heke ez rabim bi heman rengî stranekê çêbikim, ez ê xwe dubare bikim. Ez naxwazim xwe dubare bikim; ez dixwazim tistên nû bicêrbînim, ev jî vê ne bi dilê herkesî be. Xwenûkirin ne ew e ku tu hewl bidî bibe kesekî ku tu ne ew î. Divê mirov li hemberî xwe durist be. Bi tiştên nû jî be, ez dîsa ez im. Belkî bingeha muzîkê nûjen be, lê ruhê wê yê min e. Ez stranên xwe ji bo ku populer bibim, bêm hezkirin an jî ji bo ku "aktuel" bimînim çê nakim. Derdekî min ê wisa nîne. Ez muzîka xwe li gorî dilê xwe çêdikim; çi ez jê hez bikim û çi ez bixwazim, ez wê diafirînim. Lê xelet fêm nekin, yanî çiqas kes lê guhdar bikin kêfxweş dibim. Ji bo her kesekî ez spasdar im.
5. Çavkaniyên ku îlham didin: Dema hûn gotinên stranên xwe dinivîsin, hûn herî zêde ji çi sûd digrin? Jiyana rojane, dîrok, an jî hestên kesane… Herî zêde çi bandor li stranên we dike?
Ez bawer dikim ku her tim hilberandin an jî bi lez û bez çêkirina stranan ne rast e. Jiyana hunermendekî wekî pêvajoya dagirtin û valakirinê ye; demeke diyarkirî tu berhev dikî û piştre tu wan vediguherînî berhemê. Ji ber vê yekê, ez li dijî fikra "divê mirov her demproduktîf be" derdikevim. Wek mînak; dema êrîş birin ser Rojava, min bi bandora hestên wê demê bi lez û bez stranek çêkir da ku xwe deşarj bikim. Lê belê, ji ber ku ew stran ji aliyê kalîteyê ve ne di asta ku ez dixwazim de bû û ne berhemeke demdirêj bû, min ew ji hemû platforman rakir. Ji bo hunermendekî, îlham berhevkirina jiyana gel e. Em carna ji bîr dikin ku hunermend bixwe jî parçeyek ji gel e. Tiştên ku tên serê gel, bandorê li me jî dikin. Di ciwantiya xwe de, ez her tim diçûm serdana malbatên şehîdan û girtiyan; min ew êş di kûrahiya dilê xwe de dijand. Dema tu di nav gel de bî û çûnûhatina te ya welat hebe, tu dikarî wan hestan baştir bînî ziman.
Lê belê, îro li Ewropayê pirsgirêkeke hunermendan heye: Dema tu ji welat û ji wê hawirdorê dûr dikevî, ew hest kêm dibin û stranên te jî li gorî wê dûrbûnê diguherin. Ev valahiya di navbera me û welat de, bandoreke rasterast li ser kûrahiya hunera me dike.
6. Rewşa Rapê Kurdî: Dema we dest bi vî karî kir, rapa Kurdî hêj pêş neketibû. Li gel vê yekê, îro gihîştina vê astê û rewşa nifşên nû yên rapçiyên Kurdî hûn çawa dibînin?
Di rewşa niha ya repa kurdî de kêmasiyên mezin hene. Mixabin, diviyabû ku ev huner niha di asteke pir bilind de bimeşiya. Lê, ez dibînim ku kesên xwedî kurdiyeke baş, xwe di dîrok û teknîka repê de pêş nexistine. Kesên ku repê dikin ji cewher û teknîka vê muzîkê fêm nakin. Ji bo afirandina tiştekî nû, divê mirov dîroka wê hunerê û koka wê baş bizanibe. Pêdivî bi xortên lêkolîner heye. Mixabin, ciwanên îro dixwazin di demeke kurt de nav û deng bidest bixin û drav qezenc bikin; lê bi vî rengî serkeftin mayînde nabe. Min beriya albûma xwe ya yekem, heşt-neh salan xebat kir. Ez nabêjim bila her kes ewqas bisekine, lê divê mirov bi salan li ser xwe bixebite, lêkolîn bike û heta berhemeke kalîte dernekeve holê, li odeya xwe bixebitê. Niha hinek radibin stranekê amade dikin û yekser daxwaza hevkariyê dikin. Berî her tiştî, pêwîst e mirov xwe pêş bixe, şêwaz û teknîkên mîna flowê nas bike. Kêmasiyeke din a mezin jî di warê "armancê" de ye. Ez her tim ji ciwanan dipirsim: "Armanca te çi ye?" Gava guhdervan, sê deqeyên jiyana xwe dide stran an klîba te, tu çi didî wî? Gava ez lê guhdar dikim, gelo ez pê baqiltir dibim yan pê hestiyar dibim? Mijar ne tenê siyaset e; stranên enstrumental jî hene ku hest û ramanekê didin mirov. Lê belê, ev ciwan tenê li ser tiştên ku werbigirin (nav, drav, meşhûrbûn) hûr dibin. Pirs ev e: tu çi didî hunerê û guhdaran? Her çend di vê mijarê de kêmasî hebin jî, ez hêvîdar im. Bo nimûne; Sîmyager di warê çîrokgotin, teknîk û watedayina repê de mîsaleke serkeftî ye.
7. Hevkarî: Heta niha we bi gelek hunermendan re hevkarî kiriye. Ji bo we, di vî warî de hevkarî an jî bîranîna ku hîn jî bandora wê li ser we didome kîjan bû?
Bêguman her hevkariyeke min kiriye, ne tenê ji bo ku ez 'hevkarî' bikim e; min her stranek li gorî deng û ruhê wê bi hunermendên din re amade kiriye. Lê di nav van de strana 'Lo Dilo' ya bi mamoste Beytocan, herî zêde bandor li min kir. Ji ber ku dema em zarok bûn, me her tim guhdarî dikir. Her çend mamoste jî ji vî bajarî be û em hemwelatî bin jî, me hev nas nedikir. Hevalekî min hebû, min bi Swêdî rep dikir û wî jî bi Kurdî 'Lo Dilo' digot; xeyala min a herî mezin ev bû ku ez bi mamoste Beytocan re wê stranê çêbikim. Dîsa dikarim bibêjim ku heval Comert û Rotînda jî ji bo min pir taybet in. Em bi strana 'Lêxin Lêxin' ya Rotînda mezin bûn. Dema ku ew ji bo konserekê hatibû vir û bû mêvanê mala min, min jê pirsî: 'Ma em dikarin vê stranê bi hev re nû bikin?' Ev hevkariya bi wî re bandorek pir mezin li min kir. Bifikire, straneke ku tu di zarokatiya xwe de pê mezin bûyî, piştre tu bi xwediyê wê re dibêjî. Xwezî min Şehîd Hozan Serhad nas kiriba. Min ji bo strana wî piçekî bi tirs û xof tevgeriyam, ji ber ku mirov dengê şehîdekî bi kar tîne û ev berpirsiyariyeke mezin e. Lê bi şêwirmendiya hevalên wî yên ku ew baş nas dikirin û bi destûra wan min ew stran çêkir. Niha jî projeyeke min û Sîmyager heye ku me dengê Viyan Peyman bi kar aniye; straneke li ser Kobanê ye û dê van rojan derkeve. Di rastiyê de ez li dijî bikaranîna dengên hunermendên wefatkirî me, ji ber ku destûra wan a şexsî tune ye. Lê belê, min bi hurmeteke mezin û bi destûra malbat û hevalên wan ev kar kir. Ez naxwazim ji stranên Şehîd Serhad û Viyan Peyman qezenceke aborî bi dest bixim. Mînak; min bal kişand ser ku di Spotify an di firotina CDyan de dengê Şehîd Serhad neyê bikaranîn ku wekî qezenc xuya bike. Ev stran dê ne li ser navê me, lê wekî projeyekî wefadarî derkevin. Bi kurtasî; ez herî zêde di bin bandora Şehîd Serhad de mezin bûm, lê hunermendên mîna Rotînda û Xozan Comert jî şopa xwe ya kûr li ser zarokatiya min hiştine."
8. Senteza Çandî: Hûn bingeha Hip-Hopê ya Rojava bi hesta Kurdistanê re biawayekî bihevre dimeşînin. Dema hûn vê hevsengiyê pêk tînin, hûn bala xwe didinli ser çi?
Di destpêkê de dema me dest bi repa kurdî kir, wek min gotî baweriya gelek kesan bi vîkarî tune bû. Min di destpêkê de pir zehmetî kişand. Mesela nedihiştin ez derkevim bernameyan; digotin 'ev tişt çanda kurdî xera dike'. Bi salan min têkoşîna vê yekê da û bi zorê min xwe da qebûlkirin. Belê, li dijî min derketin; digotin 'ev tarzekî dûrî çanda me ye, ciwanên me xera dike'. Destpêkê bi vî rengî bû û gelek rexne hatin. Piştre heval Cuma got: 'Behsa Serhado nekin. Rast e, belkî ev tarz ji civaka me hinekî dûr be, amê stranên Serhado xizmeta civakê dikin. Ew behsa tiştên kapîtalîzmê nake; tam berovajî, xizmeta civakê û gel dike.' Wî çaxî behsa dengbêjiyê jî kir û got ku ev tarz ji dengbêjiyê ne dûr e.
Dema me bihîst ku ev nêrîn ketiye qonaxa parastinê, min û Mehmûd Barazî me biryar da ku em projeyekê, ango sentezekê çêbikin. Di sala 2012an de me albûma 'Bihuşta Xeyalan' amade kir. Me xwest em rep û dengbêjiyê bînin ba hev. Di qapaxê albûmê de jî me li ser vê yekê nivîsandiye. Me hewl da ku wek projeyek bersivê bidin. Stûdyoyeke min û Mehmûd a gerok (seyar) hebû; em gund bi gund, herêm bi herêm geriyan û me tomar kirin. Zêdetir ez geriyam û tiştekî pir xweş jê derket.
Ew sentez bi rastî di hundirê min de ye; ne tenê di warê çêkirina muzîkê de ye. Ez li Ewropayê ji dayik bûm û derdora min ne her tim kurd bûn. Lê dîsa jî li malê her tişt li ser jiyana kurdewarî bû; diya min û bavê min wiha em mezin kirin. Her tim em diçûn şahiyan û çalakiyan, Ew sentez di nava min de hebû.
Di strana 'Şerê Hundire Min' de ku min bi Xêro Abbas re çêkir, ez behsa wê nakokiyê dikim. Wek mînak; ez dil dikevim keçeke ne kurd, lê ez dizanim ku eger ez pê re dewam bikim, ez ê wê piçîka kurdîtiya ku di hundirê min de maye jî winda bikim. Ji bo ku ez nasnameya xwe winda nekim, min dev jê berda. Her çend min ji dil jê hez kiribû û min pir zehmetî kişandibe jî, aliyê min ê hişmend digot divê ez xwe û aliyê xwe yê kurdî baştir nas bikim.
Wek hunermendekî, divê her tim lingekî te li derve be. Eger tu pir ji civaka xwe dûr bikevî, tu nikarî hestên wê bînî ziman; lê eger tu pir bikevî navê jî, tu nikarî hunereke objektîf biafirînî. Ji ber ku dema tu pir nêzî darê bî, tu nikarî daristanê bibînî. Ji bo min ew sentez ne tenê muzîk, jiyana min bi xwe ye.
9. Tu Dengbêjî û Rapê çawa dibînî? Te dixwast bi kîjan dengbêjî re hevkariyek çêkî?
Rastî ev e ku ez zêde guh nadim dengbêjiyê. Çawa ku îro gelek kesên temenmezin dibêjin, 'rep ji bo me pir bilez in', ji bo min jî dengbêjî pir giran e. Hem ji aliyê êşê, hem jî ji aliyê şêwaza xwendinê ve ev her du şêwe (rep û dengbêjî) nêzîkî hev in; lê di warê teknîkî de ne wisa ye. Ji bo min meseleya bingehîn çîrok e. Dengbêjî bi xwe çîrok e; dîroka me heta niha bi dengbêjiyê hatiye parastin. Di wan demên ku pirtûk tune bûn de, her tiştê ku li herêma me diqewimî bi dengbêjiyê dihat ziman. Ez jî bi vî çavî lê dinêrim. Ji ber ku ez di salên 1990’î de mezin bûm, wê çaxê li Rojava muzîka rep alternatîf û 'cool' bû; loma min ew hilbijart. Belkî ez îro mezin bûbama, bijarteya min EDM (muzîka elektronîk) an jî di salên 1980’î de rock bûya. Yanî ev şêwe tenê amûr in, ya girîng çîrok e. Lê dîsa jî, ji bo ku ez bersiva pirsa te bidim: Di dilê me de cîhê Miradê Kinê cuda ye. Belkî şêwaza wî ne dengbêjiya xwerû be, lê ji bo me her Mirad e. Min pir dixwest ez bi wî re stranekê çêbikim. Jixwe ji bo albûma 'Bihuşta Xeyalan' projeyek me ya wisa hebû, ez û Mehmûd li ser xebitîn, lê mixabin pêk nehat. Şêwaza axaftina Miradê Kinê tam ji
herêma me ye û li wê herêmê ekol e.
10. Peyama Civakî: Li gorî we; gelo divê hunermend li hember bûyerên civakî xwe berpirsyar bibînin? Gelo di stranan de balkişandina we ya siyasî û civakî beşek ji vê berpirsiyariyê ye?
Ez vê yekê wekî berpirsiyariyekê dibînim. Rojekê ez çûm pêşangeha hunermendekî swêdî ku nîgarvan bû. Berhemên wî pir tarî bûn. Min jê pirsî: 'Gelo berpirsiyariya te li hemberî temaşevan nîn e? Tu çi hîsê didî wî?' Wî jî bersiv da û got: ‘Ev pirseke baş e, divê ez li ser bifikirim.’ Em dîsa vedigerin ser heman meseleyê: Tu çi pêşkêşî gel dikî? Niha gelek stranên me tenê behsa êşê dikin; her tişt reşbîn e û wekî ku hêvî nemabibe. Lê ez bawer dikim ku dema mirov hinekî ji dûr ve li meseleyê binihêre, dibîne ku hebûna hêviyê şert e. Mînak, di her stranek min de divê her tim ronahiyek, hêviyek hebe. Ez vê wekî berpirsiyariyekê dibînim. Bêguman, ez di stranên xwe de êşê parve dikim, lê heger ez tenê êşê bidim guhdar, ez vê wekî berpirsiyariyeke şaş dibînim. Tiştê ku tu didî guhdar pir girîng e. Mesele, dayikek li stranê guhdar dike ku jixwe dilê wê bi êş e; ew wê êşê ji min baştir hîs dike. Karê min ne tenê dubarekirina wê êşê ye, lê belê nîşandana ronahiyekê ye.
11. Sirgûn û Aîdiyet: Hûn demeke dirêj e li Ewropayê dijîn. Ev rewş bandoreke çawa li stranên we dike? Bi taybet hesta hebûnê, an jî hesreta welat bandoreke çawa li xebatên we dike?
Tu zanî, gelek kes wisa difikirin ku ez stranên xwe bi serêşiyeke mezin an jî bi hesabên kûr nanivîsim. Di rastiyê de, hemû ji kûrahiya dilê min tên. Mînak; dema ku ez dibêjim 'Xezî min Semsûr û Rojhilat bidîta', ez vê yekê bi dilgermî dibêjim; ji ber ku ev daxwaz di hundirê min de maye. Min ne Semsûr dît û ne jî Rojhilat; ez pir dixwazim wanderan bibînim. Dema behsa wan navçeyên ku min dîtine dikim jî, ji ber ku ez di bin bandora wan de mam, dixwazim careke din vegerim wir. Mixabin, ji sala 2015an vir ve ez nikarim vegerim welat; bû 11 sal. Dema ez zarok bûm, em her havînê diçûn welat. Wê demê, wekî zarokekî min ji welat hez nedikir. Çima? Ji ber ku em di germa havînê de diçûn û şînkayî tune bû. Her der zer, ziwa û germ bû. Min piçek şînkayî nedîtibû û min tim wisa difikirî ku Kurdistan tenê herêmeke zer e. Min nizanibû ku bihar û payîzên Kurdistanê hene; min Serhed û Dêrsim nedidîtin. Tenê Midyata havînê, deşta Nisêbînê û Serê Avê di bîra min de bûn. Lê gava sala 2006an ez û hevalê min Arjen em çûn Newroza Amedê û piştre derbasî Farqînê bûn, her tişt guherî. Me Şikeftên Hesûnê û Pira Mala Badê dîtin. Wexta min ew şînkayî dît –ku bihar bû û dema Newrozê bû– ez ji kela canê xwe giriyam. Wê çaxê min cara yekem hîs kir û got: 'Erê, Kurdistan ev der e.' Piştî wê, ez li gelek deran geriyam. Mesele, gava ez bi 'Awazên Çiya' re çûm ziyaretê, dema em li ser erebeyê bûn û wan stran digotin, ez dîsa ji ber bandora wê bedewiyê giriyam. Ez pir di bin bandora xaka Kurdistanê de mam. Loma strana 'Ax' min bi dil û can nivîsandiye; ew nîşaneya bêrîkirina min a kûr e.
12. Vegera Welêt û Konser: Dema hûn vegeriyan welêt û li gelek deveran we konser da. Di her konserên we de qad tije dibûn û cih ji cih ve dihejiya. Gelo dîsa xeyalek we ya bi vî rengî heye? Konsera kîjan bajarî herî zêde bandor li we kir?
Helbet ez bi hesret li benda wê rojê me. Ji bo hunermendekî kurd, Newroza Amedê lûtke ye; ez jî heta dawiyê spasdarê wê rûmetê me. Dema sala 2010’an ez derketim ser wê sehnê, ji ber kelecanê sê şevan xew neketibû çavên min. Lê belê, divê ez rastiyekêbînim zim an: Newroza Amedê ji aliyê manewiyatê ve pir mezin e, lê ji bo hunermendekî ku dixwaze bi gel re bibe yek, sehnerek dijwar e. Milet pir e û dûrî te dimîne. Ji ber vê yekê bernameyên piçûktir xweştirin. Şêwaza min li ser danûstandinê ava bûye. Ez ne ji wan hunermendan im ku tenê stranê dibêjin û diçin; ji bo min têkiliya bi guhdaran re, parvekirina hestan û ew coşa di navbera me de bingeha her tiştî ye. Ez wê enerjiyê didim ciwanan û ew jî bi heman germiyê bersiva min didin. Lê daxwaza dilê min ê bêtir Botan e. Ez dixwazim herim Cizîrê, Şirnexê, Elkê û Qilebanê. Ew der mîna bihuştê ne. Bi taybetî ew festîvalên ku li ser wan çiyayên bilind çêdibin, xwedî ruh û coşeke din in.
13. Serdema Dijîtal: Hûn bandora medya civakî û platformên dîjîtal li ser hilberîna muzîkê û gihandina guhdaran çawa şîrove dikin? Gelo ev rewş muzîkê azad kir an jî ew heland?
Ji aliyekî ve rewş baş e, ji ber ku êdî her kes dikare bi hêsanî derkeve pêş û ew astengiyên berê nemane. Wekî ku min di destpêkê de jî gotibû, berê derketina ser dika hunerê gelekî zehmet bû; mesele ji bo weşandina klîbekê di televîzyonan de lijneyên hunerê hebûn û wan biryar dida. Lê belê, niha jî pirsgirêkeke din derketiye holê. Ez nabêjim bila her tişt di bin kontrola lijneyan de be, lê niha jî wekî ku sîstemeke me tune be her kes bi serê xwe û bi her rengî tevdigere. Mesele, kesek radibe bi navê xwestr anên hunermendên din dibêje û kes pêşiya vê yekê nagire, heta derdikeve bernameyan jî. Divê kanalên me li dijî vê yekê derkevin û bidin xuyakirin ku ev kar şaş e. Meseleya AI (Hişeyên Çêkirî) jî wisa ye; tu radibî strana xelkê dibêjî û navê "remîx" lê dikî, lê di dinyayê de tiştekî wisa bêdestûr tune ye. Tenê di nav Kurdan de pêkan e ku tu li ser keda hunermendekî din rûnê, pê bijî û pereyan qezenc bikî. Ev yek şaş e û divê mirov pêşiya vê bêhurmetiyê bigire. Em wekî hunermendên "Rap"ê di karê xwe de "sample" bi kar tînin, lê em bi hurmet dikin û destûrê distînin. Heke xwediyê stranê ne sax be jî, em ji malbatê yan ji xwediyên katalogan destûrê dixwazin. Di her warî de divê "copyright" û hurmeta li kedê hebe. Tu dikarî vê yekê bi kalîte û bi teknîkeke baş bikî, navê xwediyê orjînal binivîsînî û heqê wî bidî; ne ku tu tenê rîtmekê bavêjî ser stranê, bibêjî remîx û li ser navê xwe derxî. Dîsa, stranbêjek radibe strana hunermendekî bi klîp nû dike û xwe pê meşhûr dike, lê kes nizane xwediyê orjînal kî ye. Ji ber vê yekê regûlasyonek pêwîst e da ku pêşiya vê talankirina kedê bê girtin. Ez ne dijî nûjeniyê me; AI (Hişeyên Çêkirî) û medyaya civakî heke rast werin bikaranîn amûrên baş in. Jixwe rap amûr e, huner amûr e û înternet amûr e; ya giring ew çîrok e ku tu dixwazî bi vî zimanî parve bikî. Heke tu ji bo nav û deng û deneran hîleyan bikî, ferq nake tu bi kîjan rengî bikî, armanc şaş e. Piştî armanc û çîrokê, mirov dikare behsa kalîte û teknîkê bike. Dibe ku hinek stranên min bi teknîka herî baş nehatibin çêkirin, lê xelk ji bo ruhê wê jê hez dikin. Di dawiyê de, ya herî girîng ew ruhê ku tu didî guhdarvan e.
14. Şîreta Ciwanan: Ji bo ciwanên ku nû dest bi muzîkê dikin û dixwazin bi zimanê dayikê hilberînê bikin, şîret an jî pêşniyara we ya herî girîng çi ye?
Heke tu bixwazî bi kurdî rapê bikî, ya herî girîng ew e ku jiyana te bi kurdî be. Pirsgirêka muzîka me ya bingehîn jî ev e: jiyan bi kurdî nîn e. Ev tenê ji bo rapbêjan nîn e, ji bo hemû stranbêj û hunermendên kurd derbasdar e. Jiyana wan ne bi kurdî ye, lê radibin bi kurdî stranê dibêjin; ev ji bo min kêmasiyeke mezin e. Pêşî hewl bide kurdiya xwe pêş bixî û jiyana xwe bikî kurdî. Piştî wê, bifikire ka tu dixwazî çi parve bikî û çi bidî guhdarên xwe. Divê tiştekî te yê resen hebe ku tu pêşkêş bikî. Li ser vê bifikire û lêkolîn bike. Mînak, hunermendên wek Mehmûd Barazî pêşî li ser muzîka klasîk lêkolîn kirine û piştre berhemên xwe afirandine. Ez nabêjim di her tiştî de bibe hosta, lê fêr bibe, lêkolîn bike û li gorî wê tarzekî ji xwe re biafirîne. Bingehê xwe xurt bike. Gava bingeh hebe, tu dikarî bibî tu. Pirsgirêka me ya herî mezin 'teqlîd' e. Ji ber ku bingeh tune ye, her tişt dibe teqlîd. Heke jiyana te kurdî be û armanca te hebe, teqlîd jixwe namîne. Ji teqlîdê dûr bikeve.
15. Projeyên Pêşerojê: Xebateke we ya nû heye ku guhdarên we di demeke nêz de li bendê bin?
Em ji niha ve stranên pêşerojê çêdikin. Her tim stranên nû tên; ez wan bi dilê xwe û bê stres amade dikim. Di wê mijarê de pirsgirêk nîne. Lê belê tiştek heye ku min heta niha di jiyana xwe de nekiriye: Ez dixwazim li Ewropayê çend konserên taybet bidim. Xeyala min ew e ku ez bi amûrên zindî (enstûrmanan) derkevim ser dikê. Niha projeyeke min a wisa heye û ez li ser dixebitim. Ez dixwazim çend konserên taybet ên ku tenê li ser navê me bin amade bikim. Lê ne wekî vê 'moda' ku niha her kes dike; derdê min ne drav e. Tenê bila mesrefên xwe derxe bes e. Ez dixwazim vê projeyê wekî mîrasekê li pey xwe bihêlim. Tiştên ku ez dikim ji dilê min tên û ev xeyal di dilê min de mabû. Çavê min ne li cihên pir mezin e, tiştekî normal û bi kalîte be têrê dike.
0 Yorum