0 Yorum | 4 dk okuma süresi

Sînema Û Sê Demên Hevçerx

"Di Payîzekî Zer De Rêwîtiya Hebûnê"


Sînema Û Sê Demên Hevçerx

Sînema û sê demên hevçerx di rojên payîzê de li ber bîra min dikeve.

 

Di sînemayê de dem çawa dibe dewranekî hevçerx?

 

Kesê kû li ber rêwîtîya xwe radibe, him li bextewerîyê digere, him jî mejîyê xwe gellekî li ser têgihiştînê diêşîne. Caran xelasiyê di mirinê de jî dibîne. Bexteweriyê, gûneh û rêwîtîya jiyanê ji hev nas dike. Lê jîn û jiyan jî tiştekî jêveneger dibe. 


Sînema di her qonaxekî de zemanekî nemir jî diafirîne. Geh tenêtiya meriv, geh jî behsa hin bûyer û qewimînin travmatîk dike. Caran dibêm, ez ne di kadraja Abbas Kiyarûstemî de dijîm, ne jî astengîyên ku Cafer Penahî dikêşand tînim ber bîra xwe. Hemî rejîm, pergala deshilatdariyê bi xwe di ofsaytê de ye. Singa min tenêtiya Ingmar Bergman vedibêje. Tişta ku hebûnê pêkan dike, bi piranî ew çîrok e. Çîroka kesane ya hebûnê ye. Di her vegotineke ku di sînemayê de heye jî, çalakiya hebûnê ya keşfkirina xwe û têgihiştinê ye. Wek Derhênerê Îtalî Roberto Rosellînî ku dibêje; şopên welatekî, geştekê ber bi azadiyê ve ye.

 

Tişta ku heye, meriv dikare çak bike, teqez pêkan bike. Vegotin li kolanê ye. Li orteya bajêr e. Her dem û her şer û pevçûna ku însên di nav de derbas dibe, çîroka rasteqîn ya liwir bi xwe ye. 


Niha dem dema jiyînê û demsala tehma fîlma navdar ya Abbas Kiyarûstemî ye. Di her fîlmê de gotinên xweş jî nebin, daxwazek di fîlmekî payîzê de xuya dibe. Qîje qîja qijikan e. Hilma axê heye, toz û keldûmana tengezariyê radibe.

 

Ji ber ku demsal Payîzekî zer û ji mehan jî Cotmeh e.

 

Sê salin diçim û têm dîsa vedigerim li ser sînemaya Îranê. Însan çi beşerekî bi gûman e. Pêşîncaran jî, heyatê wek kûlîlkekî, wek bablîsokekî geş digre dest. Însan ne ji mirina xwe têr dibe, ne jî rihê xwe talan dike. Tiştekî ku pê re bi nakok jî nebe nîne. Abbas Kiyarûstemî geh lavahiyê, xortê Efgan dike, geh jî leşkerê ku eslê xwe Kurd e. Lê Badî jî, ji bo mirina xwe ya mat heq destekî digere. Badî dibêje; qet nebe sê bêr axê bavêje ser canê min.

 

Singa însên diêşe û tîje birîne jî. Her dîmen û sekansek jî xembarîyeke mat e. Rûyê însên ken û çavên ku şadiyê vebêje tune ye. Rihê însên her wext jî nebe, lê dîsa di nav darekî zer û pelweşiyayî de mat dibe. Di nav payîzekî zer û mat de rêwîtîya xwe derbas dike.

 

Erebeya Badî di rê de xira dibe. Carê İlim û Îrfan ne her tişt e. Rastê tirsê tê. Rastê wêrekiya xwe ya tirsê jî tê. Însên di nav rageşiya rihê xwe de diperpite. Di bin tehma hişê Badî de çalekî mirinê heye. Di rêwîtîya xwe de pirsan neke, şikê negire, di krîzên ku dema xwe de tên jiyîn jî nikare ji hev derxîne. 


Mirina ku însan piştî xwe jî, dibeje; hezkirîyê şeveqa roj û jiyînê ye. Ne sê dem û dewran tenê, qeyrana ku însên pê rû bi rû ye, hebuna xwe û berdewama jiyanê dide ber lêpirsînê. 


Îca! li vê payîza mat jî, dem dibe, bêhnvedana rihê westiyayî ku divê di nav hemî payîz û demsalan de biherike û bijî jî...

 

Enes Yıldız



Sitede yayımlanan yazılar ve içerikler, yazarların kişisel görüşlerini yansıtmaktadır; BanDor’un kurumsal bakış açısıyla aynı olmayabilir ve içeriklerin sorumluluğu yazarlara aittir, BanDor sorumlu tutulamaz.

0 Yorum

Bir Yorum Bırakın