gazete

bandor

yükleniyor
0 Yorum | 4 dk okuma süresi

Wargeh Çiye?

“Destpêkê De Em Dikarin Wê Pirsê Li Xwe Bikin”


Wargeh Çiye?

Gelo Wargeh warê niştehiyê ye an jî destpêka bindestiyê û destpêka serdestiyê ye.
Henri Lefebvre ji bo wê pirsê wiha vedibêje. “Teqezî ew ku ev destpêka nû wê wisa bi aram nehata fehmkirin, ji ber ku ev wargeh ne weke biraserekî li ba kirdê bû, ew li ser têkiliyên kirdeyê xwedî bandor bû” ji ber wê yekê jî bindestiyî pile bi pile tevgirêdide û hêza serdestiyê xurt dike.


Wargeh

Wargeh gelek caran weke tiştekê ji hêza serdestiyê dûr hatiye fikirandin. Di nav beşa astrologiyê de bûye û nebûye mijara Feylasofiyê.
Wargeh weke der civakê hatiye pejirandin. Dê ev mijar ne ewqas hêsane, ji ber ku ol û hêza oldaroyê xwe di wargehan de parastiye û bûye serdest.
Weke parestgeha mislimana Mekke, a Hînduya mandîrîn, Bûdîst ji hê wan Si (寺) a Teoîstan Dao 
Guan (道观).


Bajar û Serdestî
Li gorî gelek lêkolîner û zanaya serdema ku hê bajar nehatibûn ava kirin de ( yanî jiyana koçerî û wargeh weke konê hebûn) di nav civakê de wekhevî hebû, ji ber ku kapîtal (zêdahî) nîn bû ji ber wê yekê jî asta serdestî û bindestiyê hê neava bû.
Bajar sîmgeya serdestiyê ne, li gorî Samuel Noah Kramer Avabûna bajaran yekem di nav simeriya de pêk hatiye, Gilgamêş bi bajar û sûran hêza xwe a serdestiyê xurt kirine.
Bajarên serdestan çiqas berbi çavbin hêza wan jî ew qas ber bi çave.


Qesir û Birc
Ev Wargeh jî yekem cihê serdestiyê ne. Împarotorî her çiqas bi talanî û şêran hember kesên din hêzdar bin jî, ji bo gelê xwe bindest bikin qesir ava kirine, peykerên cir bi cur afirandine ji bo navê xwe.

Bajarê kewnare Misir bi piramîtê xwe navdarin ji ber fîrevun zanabûne ku ew çiqas cihê xwe xurt bikin wê ewqas hêza xwe jî xurt bikin. A li vir de balkêş dîsa gel û bindestiya gele.


Wargeh û Mabed
Mirovahiyê ji destpêka dîroka devkî heya destpêka dîroka nivisî ji bo desthilatiyê hêzeke ji xwe xurtir bawer kiriye. Dema ku hiş têgihiştiye wê carê hêz ketiye bin destê hin kesan. Wan
kesan xwe weke xwedê daye nişan dê her hiş gihiştiye hêza hêzbûna xwedê jî veguhiriye û daviyê de bûye Pêyamber.
Dê ev pêyamber jî ji bo hêza xwe xurt bikin cihên pîroz avakirine û li wir bûne serdest, tê zanîn ku beriya Peyamber Hz. Mihemed cihê baweriya Ereban û warê peykeran bû.


Kurtasî

Wargeh ji destpêka heya roja me bûye sîmgeya navbera bindestî û serfestiyê.
Baxçeyên babilî ne ji bo kesekê ji rêzê hatiye avakirin, ew baxçe bi destê kolan ji bo serdestekî û hêza wî xurt be hatiye avakirin. Pîramîden Firevun ji bo hêza serdestiyê hatiye ava kirin.
Civaka ku hînê bindestiyê bûbe û tehma azadiyê negirtibe tim xwe bi van avahiya serbilind dike.


Feylasofê Fransî Faucalt ji bo serdestiyê wiha dibêje” ew li her derêye û li nav her ramaniyê de ye, ji bo ku em jê rizgar bin dibe haya me bi tevgera serdestiyê hebe”.
Ji ber vê yekê dema ku me xwas em rê û rêbaza serdestiyê fehmbikin, dibe em baş wargehê wan bihêrin.
 

Siya Jandar
"Ji Bo Dînozoran" adlı şiir kitabının yazarıdır.


Sitede yayımlanan yazılar ve içerikler, yazarların kişisel görüşlerini yansıtmaktadır; BanDor’un kurumsal bakış açısıyla aynı olmayabilir ve içeriklerin sorumluluğu yazarlara aittir, BanDor sorumlu tutulamaz.

0 Yorum

Bir Yorum Bırakın