Heger azweriya min hinek jî, Evdalê Zeynikê (1800), Melayê Cizîrî (1567–1640), sê dengbêj û du şaîr bin, berê min dîsa li Kurdistanê ye. Divê him kedera li pêş qesra şîn, him jî dengê li pişt çiyayan jî were qal kirin. Lê divê hinek jî têkoşeriyê, lehengiya ku li zemanan hatiye qise bikim. Gava ku min digot: “Ev heyat, ev heyam ezamete.” Derhênerê Rûsî Andrey Tarkovskî, di fîlma Eynikê de û fîlmên ku bi zimanê helbestê hatine çêkirin jî lêkolîna wan kir. Têkiliya Kurdan a bi herka dîrokê û bi sînemaya rasteqîn re dê zimanê xwe çawa estetîk û şikil bigire?
Li vê cografyayê û wek deverekê Kurdistanê jî, ma fîlmekî helbest(war) gere neyê vegotin? Heger jiyana Kurdan ya helbest(war) were kêşandin, divê çawa be?
Mînak, di fîlma Eynikê de televîzyona ku pê nakeve, dîwêrê herifî, şîrê di qedehê de rijyayî, bermahiya ji şer û bîra malbatekê vedibêje. Li Kurdistanê jî, bîranîn û binemala malbateke Kurd, bandora şer, behsa lehengekî, kêm jî be, tê vegotin. Helbesta bavê xwe, Kurd û azadiya wan ya raman gere bikeve kadrajê. Fîlma Eynik hinek vegotin û dîtina xwe bû. Kurdek çawa ku li Kurdistanê bi neteweya xwe qedîm e, dikare bi fîlmekî helbest(war) bi vê dîroka xwe ya vê sedsalê jî vebêje.
Andrey Tarkovskî gava fîlma Eynikê (1975) dikêşand, zeman di bin siya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bû. Lê li Kurdistanê jî, tu kes ji êşa xwe ya erdnîgariyê ne bêpar, ne bêçîrok e. Lê zeman û heyam bi xwe jî, di nav raperîn û mêtingeriyê de diherike û diçe. Divê tiştek ji tiştekî re bê arastekirin. Tenê bila di fîlmê de zimanê min, dengê min di êşiyê de nebe. Wek gorekî wenda û xaniyekî ku kavil bûye, na!
Ez jî li dû demeke mayînde ketime. Divê dem çawa bi sînemayê mayînde bibe? Rêwîtiya însan ya herî mezin û dirêj ne li derve ye. Şerê ku di qefesa singê xwe de dide ber şûran e. Îja! Gava vegera li nav malê, vegera ku cara pêşî li ser xwe dihizire û qala tiştekî mayînde dike. Ev fîlm gere şopa lingê leheng û hespsîwarê ku lê dimîne were kêşandin. Dîrok di neqeba du çiyayên Kurdistanê de diherike. Di neqeba rabirdû û pêşerojê de her hatiye qeydkirin û nivîsandin. Gelo peykerê vê axir dewranê û sedsalê û peykerê kêliyan dê kengî were danîn? Çi kêm e, çi bûyer û kêjan serpêhatî di pişt perdeyê de maye ku neketiye kadrajê?
Qeydkirina fîlmekî nû û afirandina ziman û zemanekî nû çiqas pêwîst e?
Em jî niha! Qêrîna dengbêj, kedera li pişt qesra şîn û çîroka çiyayekî berz gere bêjin. Pêşîn caran her tişt piştî şikestinekê rûxiyaye. Lê dîsa jî, berê min li Kurdistanê, berê min li hemî axir dewranan e. Andrey Tarkovskî li Rûsyayê, lê qesra şîn jî li Kurdistanê ye. Di bin banê esmanê Kurdistanê de, bi hezaran hespsîwarên ku navên xwe jî di herka dîrokê de nivîsandine hene. Rêwîtiya wan azadiya raman û xwedîderketina dîrokeke çak e.
Gava dibêjim: “Kedera li pêşiya qesra şîn, dara çinarê, dara tûyê, dara spîndarê û hinarê jî çîrok e. Qeydkirina hemî zemanan e.” Andrey Tarkovskî di fîlma Eynikê de zeman, xewn, bîra malbatê, bîra hevpar radixe ber çavan. Ez ê piştî derhênerê Rûsî çawa qebeqeba kewê ribat, bejn û bala kulîlkên li serê çiyan, li her goristanekê? Li ser her kêlgorê navê kê bibêjim? Hespsîwarê ku bo evîna xwe di axê de xweş razaye çawa bikşînim?
Xewn li heman cihê xewn e. Di vê fîlma helbest(war) a otobiyografîk de bîrekî hevpar, rabirdûyekî hevpar û çîroka kesane an jî civaka ku însan endamekî wê ye û di nav her wêneyê de bîra civakê vekolaye.
Niha! Wextê fîlmekî helbest(war) û qeydkirina rêwîtiya Kurdan û kedera li pêş xanî, li pêş qesra şîn û herikîna Kurdan a rojên xweş û bedewiyê ye.
0 Yorum