gazete

bandor

yükleniyor
0 Yorum | 4 dk okuma süresi

Çand tê çi wateyê?

Li gorî antropolog û feylasof John Zerzan çand; ‘’têkoşeriya mirovahiyê a li hember xwazeyê ye.’’ Ji ber vê yekê jî çand di nav xwe de ji du beşan pêk tê. Çandan serdestan û çanda bindesta.


Çand tê çi wateyê?

Serdestî ji hebûna çandê vir ve her tim ji bo hebûna xwe berdêl xwastiye û dê bixwaze jî. 

 

Gelên bindest jî ji bo li hember serdestan çanda xwe biparêzin her dem çandeke berxwedêr avakirine.  Wekî ku li Emerîqayê dema ku mirovên çermspî merovên çermreş kirin kolê

û hovîtiyek li hember çand û jiyana wan meşandin, wan jî li Mississippiyê li hember wan çanda BLUES’ê avakirin ku wek çanda berxwediriyê hat pêşwazîkirin. 

 

Çanda me Kurdan jî heya îro bi saya dengbêjan hebûna xwe parast. Her çend çanda nivîski di nav kurdan de pêşketîbe jî dengbêjî her tim xwedî cihelî girîng e. Lewre, li Kurdistan gelek axa û beg bi dengbêjên xwe serbilind bûne.

 

Dîsa Homerosê mezin ji bo dengbêjiyê wiha dibêje; Mousa ew ferî wî karî kirine. Ji ber vê yekê dengbêjî hêza xwe ji civatê verdigre.

 

Em vegerin ser mijara xwe ku di dengbêjiyê de pesin û erotîzmê.

 

Herî pêş divê em bal bikşînin li ser vê xalê; di vê mijarê de erotîzim ne seksûel e, ew beşek ji hünere ye. Dengbêj dema ku evîndar be, an jî mijarek evînê bîne ziman laşê jinê an jî laşê zilam ji xwe re dike mertal, dest bi pesnê laşê wê/wî dike.

 

Pesna memik û sing li ser zimanê her dengbêjî cihê xwe digre. Ji ber ku memik ber çavin û tesîra xwe li kesên li hemberê dikin. Her çiqas dêrûnas Frued ji bo memikan bibêje ‘’ew yekem daxwaza seksê ne ji bo zarokan’’ lê hin dêrûnasên ku cûda difikirin jî hene û vê yeke wek ‘’yekem daxwazbûnek xwezayî ku zarok dixwaze pê xwe têr bike’’ pênase dikin. 

 

Di ciwaka Kurdan de memik û sing hem sîmgeya bedewiyê û hem jî ya zêdahiyê ne.

Dengbêj Şakiro dema behsa memikan dike wan dişibîne nematê herî xweş û bi tehm

û wiha dibêje; memikê wê wek porteqalê Yefayê, sêvên Meletî, hinarê Dêrikê, hêjîrê Çiyayê Şengalê…’’ Di vir de tehm, xweşikbûn û qedrê wan ê ku di nav civakê de bi saya serê nebatê cûr bi cûr tê ziman. 

 

Dema ku jin evîndar be û bixwaze ji hez kiriyê xwe tiştekê bixwaze, ji bo encamê memikê xwe weke xelat diyariyê wî dike. 

 

‘’Memikê min dewla gûza Kuro were pê bilîze ji êwarê heta sibê…’’

 

Carn jî hezkiriyekî zilam dema jinekê bixwaze û nedine wî,  an jî wê bi yekê din re bizewicînin dengbêj disa heyfa xwe tîne ku bi gotina ‘’sing û memik ketine destê mêrekê xirab…’’ vê rewşê tîne ziman. 

 

Şakiro strana Qazê de wiha diêje; 

‘’sala par wî çaxî, taxima sing û berê qaza min yek deşt û yek zozan bû. Îsal jî pêra ketiyê destê kotiyê mêr…’’ 

 

Di van gotinan de tê gotin ku; qedrê memikan ne layiqê herkesiye, bedewiya wan dibe destê xwedî kesê bi qedir de bin.

 

Sing û ber carna jî dibin pêşberkê qehremaniyê. Jin dixwaze xelata herî bi qedir bide hezkiriyê xwe ku dema çû nav ciwata beyanî ji wan kêm nemîne.

 

Dema ku hezkirî nexweş an jî birîndar be jî jin ji bo bikaribe hezkiriyê xwe ji tengasiyê rizgar bike soza xwe bi memikê dide 

 

Sitrana hekîmo da wiha dibêje;  

ez ê pêşkeşî hekîmê xwe bikim nuxsê cot zer memikê qerqaşî, nazî…’’

 

Erotîzma ku li vir de derbas dibe, divê tu caran ne weke erôtizma ku laşê jinê bê qedir dike, neyê dîtin. Ev erotîzm ji şûna êş û elemên ku buhaya wan nayê pîvan, wek berdêleke herî giranbûha an jî qedirbilind taybetî ango hebûna jinê vedibêje û pîroziya wê radixe li ber çavan. 

 



 

Siya Jandar
"Ji Bo Dînozoran" adlı şiir kitabının yazarıdır.


Sitede yayımlanan yazılar ve içerikler, yazarların kişisel görüşlerini yansıtmaktadır; BanDor’un kurumsal bakış açısıyla aynı olmayabilir ve içeriklerin sorumluluğu yazarlara aittir, BanDor sorumlu tutulamaz.

0 Yorum

Bir Yorum Bırakın