gazete

bandor

yükleniyor
0 Yorum | 4 dk okuma süresi

Piştî 11 Salan

"Gelo Serhado Vedigere Amedê?"


Piştî 11 Salan


Hesret bi dawî dibe? Gelo nûçeyên ku dibêjin hûn ê piştî 11 salan li Amedê derkevin ser dikê rast in? Sedema taybet a vê navberê ya dem dirêj çi bû?


Rast e, havîna 2015 bû ez ji bakurê welat derketim û ji hingî ve neçûme. Sedem rewşa siyasî bû, hem jî çend dawayên ku dewlet li min vekiribûn. Parezerê min lêkolîn kir û got ku ew dawa rabû ne. Hêviyên me jî ew in ku dewlet êdî dawayên bi vî rengî ango ji bo axaftinên hunermendan li ser dika nekin sedema ceza û girtinan.


Ev bernama ku beşdar dibim ne konserek teybet e lê mitinga azadiyê ye. Ez jî wek hunermendek kurd bi nasnama xwe tevlî vê bangawaziyê dibim. Em dixwazin, çawa hêzên parastinê ya kurda çawa gav avêtin, em gavên dewletê jî ji bo aşîtiye bibînin. Aşîtî ji bo hemû gelên ku li Tirkiyê dijîn ferz e. Bila êdî şer û şidet ji her aliyan raweste û gelê li Tirkiyê di aramî de bijîn.


Di navbera Serhadoyê berî 11 salan û Serhadoyê îro de çi ferq heye? Gelo ji bo guhdarên Amedê surprîzeke we ya taybet an jî straneke we ya nû dê hebe?


Hevalên min şîroveyan ji min re dişînin û min dît yek gotibû eger Serhado werê emê tev bikevin karakolan haha henek li wî alî, ez hê jî li ser fikra xwe me û ew fikir hertim aşîtîxwaz e. Herçiqas sekna min radîkal xuya dikir jî ev sekinek bi qest û zanebûn bû. Ewçax ew sekin pêwist bû lê hertim armanca me aramî û aşîtî ye. Ji bo bernamê jî eger ez li vir rave bikim nabe surprîz newisa?:)


Têkiliyeke strana we ya dawî "11" û vê navbera 11 salan heye? Strana we ya "11" kîjan peyamê dihewîne?


Na wele, strana min bi navê “11” gelek tişt rave dike. Wateya wê heye, di serî de wek perspektîfek cuda ye. Yanî em fêrbûne ku yek û yek dibe dudo lê kê dibêje ev rast e? Belki 11 ye? Yanî tişt hene ji wextê em ji dayikbûne em normal dibînin lê em napirsin çima. Ev pergala kapîtalizmê ku em tê de dijîn mînakek e. Wekêdî jî 11 wek taximek futbolê fikirîm, li ser qadê hewceye her listîkvanek rola xwe bileyzê ji bo taxim biserkevê. Mixabin yê ku du gola diavêje zêdetir tê naskirin û hin caran xwe ser hevalên xwe re dibîne lê bê kesên parastinê dileyzin nikare gola biavêje. Em civakekin pêwiste herkes rola xwe bileyze ji bo em biserkevin.


Vegera li ser dîka Amedê bûn ji bo we çi wateyê tîne? Gelo ev konser ji bo bajarên din ên herêmê destpêka turneyekê ye?

 

Bi rastî bêjim heycanek wisa mezin çêbûye di nava min de, ez nikarim bînim ziman. Heycana min herî zêde ji bo bername ye û hemû heval û malbat ku ezê dîsa bibînim. Yê ku strana min yê “Ax” guhdar kiriye dizane ev vegerek çiqas bi hesret e. Ez li ser dikê nedim girî başe haha. Hêvîdarim beşdarbûn baş be, bernamyek giring e ji bo pêvajo ye. Hevalên ku nikarbin beşdar bibin jî bila mitala nekin, wer xuya dike ku piştî vê bernamê pilansaziya bernamên dî jî li bajarên cuda cuda ji bo min amade dikin. Li benda min bin, ez têm.

Bandor Press



Sitede yayımlanan yazılar ve içerikler, yazarların kişisel görüşlerini yansıtmaktadır; BanDor’un kurumsal bakış açısıyla aynı olmayabilir ve içeriklerin sorumluluğu yazarlara aittir, BanDor sorumlu tutulamaz.

0 Yorum

Bir Yorum Bırakın