Ey av û av, ey av û av
Ma tu bi `işq û muhbetê
Mewc û pêlan tavêy belav
Bê sekne û bê ra`hetê
Ev çarik ji helbesta feqiyê teyran e, Feqî dema ku ji mîksê ji ber zor û zordariy mîr direve û xwe davêje
cizîre rojek rastê avekê tê û bi xwuşe xwuş û qêrîna wê re diaxife. Lê ev axaftin ne bi ziman û li gorî
ben-î ademîne,ji dil û eşan afiriye.
Feqî zimanekê pirsane dixwaze armanca avê hîn be ku çima evqas bê sekne
Da ez bizanim vê surrê
Ji hindekê heta purrê
Ji me`neya vê gurrgurrê
Ji kê ra dikî vê ta`etê
ÇAND Û AV
Tê zanîn ku çand destpêka xwe de li dor çem û cihên avzêman avabûye. Av bi awayekê jiyane, bi
awayekê jî destpêke.
Çanda rojhilata navîn navbera ava ferat û dicleyê, çanda bakûrê afrîqayê ser rêzexeta Nilê avabûye.
ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin av û çand li gorî gelê erdnigariya kurdistan û afrîqayê yeke.
Tişê ku avê de xwe dide nişan û tê berçav hêza avêye, her çiqas merovahiyê xwestibe wê bindest
bike û bike bin destê xwe jî av tu caran nebûye bindest û ji xwe re rêyek ditiye û herikiye.
THALES Û AV
Ew feylasofekê kewnar ê Yewnaniye û pêşketina İyonyayê bi wî destpê kiriye. Feylasofê beriya
sokrates e, di zanîna Matematîk û astroligiyê de xwedî yekem raman û gotaraye, em wî zêdetir ji
gotar û nivîsên Aristotales dinasin. Ew dibêje; Av,Arkhela her tiştiye,kok û vejine
FEQÎ Û AV
Ji ber wan du zanaya min xwesy ez îro kurtasî behsa avê bikim. Feqî bi deng û rengê avê ji me re
behsa çîroka eşê dike û wiha dibêje;
Şevan û rojan bê xew î
Ji mi`hbetê kê ditewî
Şevtariyan qet na`hewî
Tu j`emrê kê vi kez ketê
TİŞRÎN
Ev bendav ji nav surî bigre heya tê nav rojavayê kurdistan û derbasî bakur dibe, li ser ava Feratê
hatiye avakirin, ji 2024 vir ve li wir berxwederiyek heye ku ji bo dagirker xwe neghênin wir û ava me
dagirnekin. Lê her çiqas dagirker û çand kujer bi wesayîtê hewayî erişdikin jî vîna avê û vîna
berxwederiyê têk naçe.
Gelê hermê û yên kurdistan baş dizanin ku hêz û av li wî erdî yekin. ji serdemê kevnar vir ve şer tim li
doran avan qewimîne.
Bendava Tişrînê jî ji bo rojava û Kurdistan warê mayîn û nemayînê ye.
Feqî dawiya helbesta xwe de xwe vedibêje;
Zahir kirîn çar Bakire
Ba û Av û Ax û Agir e
`Heywan hemû jê çêkir e
Dar û Nebata kiswetê
Dar û Nebat û Le`l û Zer
`Heywan û esnafên di ser
Teyr û tiyûr û De`bewer
Teftêş kirin ji nutfetê
çar nebata dike yek milî û qedrê avê radixe berçavan…
0 Yorum