gazete

bandor

yükleniyor
0 Yorum | 5 dk okuma süresi

Bavê Seyro

“Eşqa Helîmê”


Bavê Seyro

Stran ji aliyê gelek dengbêj û stranbêjan ve hatiye gotin. Di demeke wekî 120-130 salî de li temamê Kurdistanê belav bûye. Her dengbêjekî li gorî xwe gotin lê zêde kirine an jî guhertine û li gora herêma xwe hûnandine. Heta li hinek herêman awaz maye, lê belê gotinên wê û lehengên wê hatine guhertin.


Eşqa Helîmê di vir de hîn veşartî ye (platonîk). Ew di dil, xwestin, hiş û ramanên xwe de eşqeke yekalî dijî. Wekî ku bi Hisên Axa re diaxive tev digere û bi awayekî dixwaze bala wî bikişîne ser xwe; dixwaze hebûna xwe û eşqa xwe jê re xuya bike. Bersiveke xeyalî jê dixwaze û di heman demê de dixwaze ku dengê wê bigahîje wî, da ku ew jî pê bihise û eşqa wê eyan bibe. Êdî nikare di hundirê xwe de bihêle, lewma hewcedariya parvekirinê pê re çêdibe.


Simbêl remza (temsîla) mêrantiyê bûn. Heçî mêr bû, bi simbêlên xwe dihat pesinandin û di nav civatê de dihat naskirin. Çawa ku digotin "eniya wî wekî heyva çardehşevî ye", weha jî digotin "simbêlên wî badayî ne", an jî "boqên simbêlên wî weha ne", an jî "simbêlên wî yên hinekirî ne". Helîmê dipirse ka çima simbêlên xwe hine nake. Ji ber ku Hisên Axa bi temenê xwe mezin e, muhtemel e ku simbêlên wî spî bûne. Jê dixwaze ku simbêlên xwe hine bike da ku ciwan xuya bike. Jixwe nîşaneya simbêlhinekirinê ew e ku dê bibe zava. Yanî dixwaze ku jê re bibe zava û ew jî ji wî re bibe bûk.


Dixûba Xerab; di demên berê de çend malbatên şêxan li wir jiyane û cihê aşên avê bûye. Helîmê dîsa li vir dixwaze wî bixe nav tevgerê ku ji bo wê li wir xaniyekî ava bike da ku bi hev re bijîn. Carinan bi pesindayinê, carinan jî bi gazindan tehenê li wî dixe da ku wî sorî tevgerê bike. Dibêje: "Ma qey tu qîmîşî zêr û peran nakî ku tu min li xwe mehr nakî?"


Mehr; li gorî usûlên civakî û olî zewaca mêr û jinekê ye ku êdî hemû kes dizane ew yên hev in. Tu astengiyeke civakî û olî namîne ji bo jiyaneke bi hev re. Dîwar wekî astengekî di navbera wan de ye. Cihê rûniştina mêran, mêvanan û jinan ji hev cuda ye. Dema ku Hisên Axa diçe mêvantiya Şêx Silêman, ji ber ku Helîmê nikare biçe wî bibîne, di dilê xwe de derbas dike ku bila Hisên Axa pihînekê li dîwar bide û hilweşîne da ku bikaribe wî bibîne.


Bavê Kal (Kalo Şêxdawid): Turbeya wî bi mizgefta ku berê dêr bû ve hatiye çêkirin. Dema mirovek diçe gundê Dixûbê, diçe Kalo Şêxdawid jî tewaf dike. Helîmê dipirse: "Ma wê ne baştir bûya ku tu hatibaya tewafa sîng û berê min, ji dewla tewafa Kalo?"


Helîmê dibêje ku dema ew li ser bênderê bi şal û şapikên cizîrî (botanî) ditiye, her wê gavê biryar daye ku heta mirinê wê terka wî neke. "Qantir zayîn" û "xwê şînbûn" wekî tiştên nemumkin tên zanîn. Dibêje çawa ku ev nemumkin in, ez jî nemumkin e ku te berdim.


"Dengê te vir û bêrê" jî wekî "heta dawiya jiyanê" hatiye bikaranîn; dixwaze bêje ku heta dawiya jiyana min ez ê bi te re bim. Di cejna olî de jî dema Hisên Axa diçe cejna Şêx, ji ber gotinên ku dibêjin "Hisên Axa yekî kin e", Helîmê bala xwe dide bejna wî. Dema ew û çend xortên Omerî ji hundir derdikevin, dibîne ku Hisên Axa bi ser wan re dikeve (bejinbilind e). Yanî, kî çi dibêje bila bêje, ew delalê ber dilê wê ye.


Çend dengbêj û stranbêjên ku ev stran gotine:


•    Eyşe Şan
•    Sidiqê Karlıova
•    M. Arif Cizrawî
•    Hesen Cizrawî
•    Hesen Elî Xencer
•    Hisênê Omerî û Seîd Gebarî
•    Seyidxanê Boyaxçî
•    Dengbêj Serdîn
•    Dengbêj Xosrofê Bazirganê
•    Dengbêj Arif
•    Adil Bêrtî
•    Hozan Zozan
•    Murat Bektaş
•    Umît Qoserî û gelekên din.
 

Umît Qoserî



Sitede yayımlanan yazılar ve içerikler, yazarların kişisel görüşlerini yansıtmaktadır; BanDor’un kurumsal bakış açısıyla aynı olmayabilir ve içeriklerin sorumluluğu yazarlara aittir, BanDor sorumlu tutulamaz.

0 Yorum

Bir Yorum Bırakın