“Rovî tu carî nikarin bibin şêr”Hişê mirov ne cihê tiştê nebûyî ye, ji ber ku dema kes/kesek tiştekê xeyal bike, hiş tiştê bûyî/qewimî rêz digire û li der û dora wan tiştan dest bi afirandinê dike. Tiştê hatibe gotin dibe xeyal, xewn û diafire. Binehişê ku ji xwe re tarîtiyê ava kiriye, dibe xapandokê ronahiyê ji bo ku kirde dev ji kirdebûna xwe berde. Serdemê Kurdistanê jî ji wan kirdeyan pêk hatiye. Şêx û melayên Kurdistanê yên ku di medreseya Kurdistanî de gihîştine gelek caran bi hişê azadîperwer û netewperwer jiyane. Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran pêşeng in ji bo wî hişê netewî-kirdeyî. Li pey wan û rêça wan gelek nefer û têkoşer meşiyane. Di dîroka Kurdistanê de Şêx Ubeydullahê Nehrî çirûska serhildana netewî pêxistiye, her gihîştin ji xwe zêde bûye û pêş ve çûye. Rojek ji rojan di medreseyan de bûye kulîlkek di nav dilê Mele Selîm, Şêx Zahir û zêdetir kesên din de şîn bûye. Yek ji wan Seyda, têkoşer û axa-dixwaz Mehmet Emîn Bozarslan e.
BÎRANÎN
“Erê em çivîk in û bêhêz in; lê ku em xwe bikin yek, em ê ji hêzdar bibin. Ku em hemî bi tevayî herin fîl, em ê bikaribin bi nikulên xwe her du çavên wî jî derxin û wî kor bikin.”Salên zor û zehmetiyê de berxwedan bi her awayî didome. Ji bo Kurdistanê jî rojên reş û tarî her diçin zêde dibin. Lê rastiyek heye ku tarî çiqas zêde be, çiqas bibe kirasek reş û her deverê dorpêç bike jî, stêrk zêdetir di nav wê tarîtiyê de diçûriskin. Ew jî stêrka herî ronakbar bû ji bo axa û çanda Kurdî.
MEDRESE Û KURDISTAN
Medrese her çiqas navê xwe ji erebî girtiye jî, li Kurdistanê ne tenê cihê ol û oldariyê bû, her yek zanîngehek bû, cihê zanist û avakirina hişê netewî bû. Gelek mezin û şoreşgerên wê demê jî ji nav çanda medreseya derdiket û dibûn şoreşgerên gelê xwe.
Mehmet Emîn Bozarslan jî yek ji wan şoreşgeran bû ku têkoşeriya xwe hemberî bişaftin û mehandina dewleta tirk dikir.
QEDEXE
“Ez hîn azadiyê bûme, nikarim dev ji vê azadiya xwe berdim.”Di salên 1960’an de serokkomarê tirk li Amedê gotineke wiha vedibêje: “Kê got ez Kurd im, vegerin û tûyî nav rûyê wî bikin.” Di van salan de zordestiya dewletê li ser axa Kurdistanê zêdetir dibû. Kurd di nav sînorên mehandinê de bûn, lê şoreşger û berxwedêrên Kurdan ji bo pêşeroja Kurdistanê dibûn mûm û çira, bihust bi bihust ax û hişê gel ronî dikirin. Ji xwe şoreşgerî ew e ku kê çi ji destê bê, wê bike.
Mehmet Emîn Bozarslan jî dest diavêje dilê wêjeyê û berhema Ehmedê Xanî ya bi navê Mem û Zîn a ku bi tîpên erebî hatiye nivîsandin vedigerîne ser tîpên latînî. Bersiveke mezin dide dagirkeran.
HELBEST
Hiş û avakirina hiş zor û zehmet e, hiş dema ku bikeve nav têkoşeriyekê gelek berdêl jî dixwaze. Mehmet Emîn Bozarslan jî têra xwe berdêl dide û piştî emrekê dibe penaber û serê rêyan dikeve. Lê em baş dizanin ku ew her çiqas bi laşê xwe ji Kurdistanê dûr be jî, dil û giyanê wî li Kurdistanê dijî.
Belkî ev helbest jî dilê wî ye ku tim Kurdistanê maye kewitandiye:
‘Ez xortê Kurd im pir bi nav û deng
Wa min hilgirtîye bombe û tiving
Ez dê herim şer, ez dê herim ceng
Ger ne zivirim dayê tu megrî’
NIVÎS Û WERGER
Mehmet Emîn Bozarslan her çiqas nivîskar be, ewqas jî werger bû. Di nav rojên tarî de bû ronahî, gurzê hersa netewî li nav çavên dagirkeran da bû. Mem û Zîn wergirandibû latînî.
Bi vê yekê dê êdî bibûya pira navbera nivîs û hişê klasîk û yên modern.
Wê carinan wî cil û bergên Xanî bavêta ser milê xwe, li der û dora çiyayê Girîdaxê çerxa semayê bikira ji bo Kurd û Kurdistanê.
Dê carinan bibûya Mîr Mihê ji bo zimanê eşq ji xwe re bikira pergel û têbikoşiya.
Carinan jî dê bibûya Melayê Cizîrî dê bigota:
‘Gula baxê îremê Botan im,
Şebçiraxê şevên Kurdistanê’
KURDISTAN AX KURDISTAN
Gelek aşiq tu carî negihîştine ser singa wê ku di nav azadiya wê de bextewar bin. Dagirkeran çar aliyê wê dorpêç kirine.
Ehmed Huseynî ji bo evîndarên ku di çûyîna xwe de xeyalên Kurdistana azad dîtine wiha dibêje:
“Av, ba, agir
û tîniya axê
û hespên taristanê.
Qirçîna parsûyên tarawgehê
û sergomiya di bixûr
û di xwelîrengiya esmanên tenêtiyê de.
Li vir, li kurtepista wêneyan guhdarî dikir
û di bêt û nêta berbeyaniyê de diqurmiçî, diqermiçî”
Rast e, qurmiçiya postikê me li ser lêvan de, bêrîkirin û eşqa hezkiriya me ji bêhna derbiharê afiriye.
Lê dil û giyanê me hespê Derwêşê li deşta şer de…
Ruh û dilê te şad be… Ji bo bîranîna Mehmet Emîn Bozarslan
0 Yorum